Rosemary DiCarlo, di rûniştineke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser mijara Filistînê axivî û diyar kir ku Şerîaya Rojava ji ber kiryarên yekalî yên Îsraîlê bi awayekî fiêlî hêdî hêdî tê îlhaqkirin.
Hat ragihandin ku, Îsraîlê biryar daye ku kontrola xwe li ser hin deverên Şerîaya Rojava, ku ji sala 1967’an vir ve dagir kiriye û berê di bin kontrola Desthilata Filistînê de bûn, zêde bike.
DiCarlo, got ku ger ev biryar werin bicîhanîn, desthilata sivîl a Îsraîlê dê bi awayekî xeternak berfireh bibe, bi taybetî li deverên hesas ên wekî (El-Halîl) Hebron.
85 WELAT ŞERMEZARKIRIN
Roja Sêşemê, 85 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyek hevpar de hewlên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina hebûna xwe ya neqanûnî li Şerîaya Rojava şermezar kirin.
Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, rexne li hin welatan kir ku hebûna Cihûyan neqanûnî dibînin û îdiaya mafên dîrokî parastin.
Xebatên ciwarbûnê li Şerîaya Rojava ji sala 1967’an vir ve berdewam dikin. Bi taybetî di dema Benjamin Netanyahu de zêde bûn. Piştî şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de li Xezeyê dest pê kir, ciwarbûn hîn bêtir bilez bûn.